Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdî: Em ê sotemeniya nukleerî hilberînin

12 January 2023 13:07 0 dîtin
Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdî: Em ê sotemeniya nukleerî hilberînin

PeyamaKurd Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdî Ebdulezîz bin Selman di konferansa li ser madenê ya ku li paytext Riyadê hat lidarxistin de axivî.

Erebistana Siûdî daxuyand ku ew ê ji bo hinardekirin û bikaranîna navxweyî kek zer, uranyuma kêm dewlemendkirî û sotemeniya nukleerê hilberîne.

Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdî Ebdulezîz bin Selman di konferansa li ser madenê ya ku li paytext Riyadê hat lidarxistin de axivî.

Wezîrê Erebistana Siûdî bal kişand ser vê yekê ku keşfên vê dawiyê li welêt gelek portfolyoyên uranyumê eşkere kirine.

Wî da zanîn, di nav welêt de gelek deverên erdnasî yên dewlemend ên uranyumê hene, di nav wan de Cebel Said û Medîne jî hene.

Bin Selman got, welatê wî hewl dide sotemeniya navokî ji bo bikaranîna li bazara navxwe û hinardekirinê berhem bîne, Bin Selman diyar kir, di nav vê karanînê de berhemanîna kekê zer, uranyûma kêmdewlemendkirî û sotemeniya atomî pêk tê.

Wezîr Bin Selman destnîşan kir, armanca wan ew e ku çavkaniyên uranyumê li gor erkên navneteweyî û standardên çerxa sotemeniya nukleerê bikar bînin.

Bin Selman diyar kir, Bernameya Neteweyî ya Enerjiya Atomê ya Erebistana Siûdî wê li welêt reaktorên nukleerî çêbike û got, di qonaxa ewil da 2 reaktorên mezin ên nukleerî yên bazirganî wê bên çêkirin û paşê ev wê berfirehtir bibin.

Wezîr Bin Selman beriya niha gotibû, Erebistana Siûdî mîqdarên mezin ên uranyumê heye, ew ê di warê bazirganiyê de herî baş bikar bînin, ew ê rezervên xwe yên uranyumê bi şefafî tevbigerin û li hevkarên guncaw bigerin.

Erebistana Siûdî nêzî 6 sal berê bi armanca bikaranîna aştiyane fikra avakirina projeyek neteweyî ya enerjiya atomê anî ziman.