Wezîrê Îsraîlê: Îranê vekisîna ji Sûriyê daye destpêkirin…

19 May 2020 15:54 0 dîtin
Wezîrê Îsraîlê: Îranê vekisîna ji Sûriyê daye destpêkirin…

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Naftali Bennett ku niha ji ber avakirina hikûmeta nû erka wî bidawî bûye, da xuyakirin ku Îranê dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kiriye. 

Bennett da zanîn ku divê fişara li ser Îranê berdewam bike, heke na wê rewş were guhertin.

Wezîrê Îsraîlê got: “Îran, karê xwe gelekî li Sûriyê kêm kiriye û dest bi valakirina hinek baregehên xwe kiriye. Tevî vê vekişînê jî, madem mijar hîna di destê me de ye, divê em karê xwe temam bikin û bibin serî.”

Li aliyê din ev nûçe ji aliyê derdorên hêzên îranî ve nehatiye piştrastkirin û berevajî vekişînê dibêjin ku Îran hêzên xwe li Sûriyê zêdetir dike.