Wezîrê karên derve yê Azerbeycanê seredana Tirkiyê dike

29 July 2023 18:04 0 dîtin
Wezîrê karên derve yê Azerbeycanê seredana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Azerbeycanê Ceyhun Bayramov, di 31 ê Temmûzê de seredana Tirkiyê dike. Di wexta seredanê de wê li ser têkiliyên duqolî û herêmê biaxifin. Ragihandin ji aliyê wezareta karên derve ya Tirkiyê de bi nivîskî hat kirin. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Wezîrê karên derve yê Azerbeycanê Ceyhun Bayramov di 31ê Temmûza 2023an de wê seredana fermî were Tirkiyê. Di seredanê de wê têkiliyên duqolî û pêşdeçûnên li herêmê mijarên navbera me bin.”