Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê serdana Hewlêrê dike
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab, roja Sêşemê, 09/06/2021, gihîşt Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên ve hat pêşwazîkirin û pişt re, li gel Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoyê civîn pêk anîn. Biryar e Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab, serdana Herêma Kurdistanê jî bike.
Brîtanya yek ji wan welatan e ji piştî serhildana DAIŞê ve, di warê serbazî de alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê û di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de ji 2014an ve meşq û rahênana serbazî bi 6 hezar û 600 Pêşmerge û zêdetir ji 19 hezar endamên hêzên Iraqî kiriye.
Rahênan di warê şerê piyade, pûçkirina mînan, pizîşkiya serbazî û çakkirina çekan bûn. Brîtanyayê niha zêdeirî 100 serbaz û şêwirmend li Herêma Kurdistan û Iraqê hene.
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê ku li Bexdayê ye, di civîna li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih de, pabendbûna welatê xwe ji bo piştgiriya asayîş, seqamgirî û rola aktîv a Iraqê li navçeyê dûpat kir.
Di daxuyaniya xwe de, daxwaza Brîtanyayê ji bo qayîmkirin û alîkariya di warê aborî, rewşenbîrî û piştevaniya weberhênanê û pêşxistina derfetên geşepêdan û pêşkeftinê bo Iraqê kir.
Herwiha di civînên li gel Serokwezîr, Serokê Parlamentoyê û Wezîrê Karên Derve de, Dominic Raab diyar kir, Brîtanyê dê berdewam be li ser piştevaniya serbazî di hewlên rûbirûbona DAIŞê de.
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê dide zanîn: “Bêguman pêwîst e bihevrekarkirina stratejiya me, rûbirûbûna DAIŞê jî bigire. Lewma ev ji asayişa we Iraqê girîng e, lê di heman demê de bo asayişa me jî li Londonê girîng e. Ji ber ku behayên hevbeş di navbera me de hene bo rûbirûbûna DAIŞê.”
Biryar e, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab, piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê jî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin