Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Iraq hewl dide bibe havênê aramî û seqamgîriyê

21 September 2022 09:33 0 dîtin
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Iraq hewl dide bibe havênê aramî û seqamgîriyê

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên eşkere kir, Iraq hewl dide bibe havênê aramî û seqamgîriyê di navbera welatên navçeyê de.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên di çarçoveya civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê bi Rêkxerê Koşka Spî yê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk re civiya.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxuyaniya xwe de da zanîn, di civînê de qala rola Iraqê hatiye kirin di pêkanîna seqamgîriyê de. Herwiha qala pêwendiyên serbazî û ewlehî yên Amerîka – Iraqê û cîbicîkirina encamên gotûbêja stratejîk a navbera her du aliyan hatine kirin.

Fuad Husên destnîşan kir, Iraq hewl dide bibe amrazek ji bo seqamgîrî û navbeynkariya navbera welatên navçeyê.