Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê gihîst Moskowê

16 March 2022 13:32 0 dîtin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê gihîst Moskowê

PeyamaKurd Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, di çarçoveya gotûbêjên agirbest û aşitiyê yên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de, îro serdana Rûsyayê kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erodgan do 15ê Adara 2022ê, piştî civîna Kabîneya Serokkomariyê daxuyaniyek da û diyar kir, ew ê di çarçoveya gotûbêjên di navbera Rûsya û Ukraynayê yên ji bo agirbest û aşitiyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bişîne Rûsyayê.

Erdogan da zanîn: “Beşa Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ku herî zêde dengvedaye, bê guman civîna wezîrên karên derve yên Ukrayna û Rûsyayê ya ligel Wezîrê me yê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bû. Ev civîna ku piştî demeke dirêj di navbera Rûsya û Ukraynayê de pêk hatiye, tevî ku encameke wê ya berdest nebe jî, ji vekirina deriyên dîplomasî û diyalogê gelek girîng bû. Ez wezîrê me yê karên derve îro dişînim Rûsyayê. Sibe wê li Moskowê hinek hevdîtinan bike. Roja Pêncşembê jî diçe Ukraynayê. Ew ê bi hevdîtinên xwe yên ligel her du aliyan, hewlên me ên ji bo aşitiyê û agirbestê berdewam bike.”