Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê: Kampa Mexmûrê kampa terorê û hêlîna PKKê ye
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, di bernameyeke televizyonê de ji bilî pêşhatên dawîn ên siyasî, qala rewşa kampa koçberan a Mexmûrê jî kir û kamp, wek “kampa terorê û hêlîna PKKê” bi nav kir.
Mevlut Çavuşoglu da zanîn, kampa Mexmûrê “kampa terorê û hêlîna PKKê ye” û “Divê bê paqijkirin.”
Herwiha Çavuşoglu îddîa dike ku ew di mijara sivîlan de hestyar in û dibêje, “Lê civaka navdewletî jî dibîne ku ev der hêlîna terorê ye. Yên ku naxwazin bibînin jî bila bibînin û qebûl bikin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê daxwaz ji Amerîkayê jî kir ku di vê mijarê de zelal be û got: “Ji ber ya herî baş li wir îstîxbarata Amerîkayê ye û baş dizanin. Divê ji vê yekê re em çareseriyekê bibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin