Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê: Putin wê serdana Tirkiyê bike

31 March 2022 12:42 0 dîtin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê: Putin wê serdana Tirkiyê bike

PeyamaKurd Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di derbarê şerê Rûsya li hember Ukrayna de da zanîn, ew ji bo bidawîkirina şerê navbera Rûsya û Ukraynayê di nava hewldanan de ne û tekez kir, Putin wê serdana Tirkiyê bike.

Mevlut Çavuşoglu diyar kir: “Em niha ji bo bidawîkirina şer hewl didin.”

Herwiha Çavuşoglu eşkere kir, dibe ku di nav hefteyekê yan du hefteyan de Wezîrên Karên Derve yên her du aliyan bicivin.

Di berdewamiyê de Çavuşoglu eşkere kir: “Putin wê were Tirkiyê” lê dema serdanê diyar nekir.