Wezîrê Lubnanê eskere kir: Wê Sam 180 hezar penaberên sûrî werbigire
PeyamaKurd - Wezîrê Koçberan ê hikûmeta demkî ya Lubnanê Îsam Şerefedîn ragihand ku hikûmeta Şamê qebûl kiriye di qonaxa yekem de, pêşwaziya 180 hezar penaberên sûrî bike û piştre jî mehane 15 hezar penaberan werbigire.
Wezîrê Koçberan ji ajansa Rûsî (Sputnik) re gotiye, Şamê hêsankarî ji daxwaza Wezareta Derve ya Lubnanê re pêşkêş kirine, ji bo vegerandina penaberên Sûriyê û got: “Hikûmeta Sûriyê pabendbûna xwe ya bicihkirina hemû xalên têgihîştinê yên ku di sala borî de li ser hatine lihevkirin û dabînkirina hemû hêsankariyên pêwîst nîşan daye.”
Îsam Şerefedîn eşkere kir, “Şamê hemû gavên pratîkî ji bo vegerandina 180 hezar koçberan amade dike, ku cihê hewandinê û malên li hin gundan ji wan re hatiye dabînkirin, bêyî ku behsa xwediyên van xaniyan bike, tenê daxwaza dabînkirina jêrxana bingehîn li van cihan kir.”
Hejmara penaberên Sûriyê yên li Lubnanê zêdetirî 1.8 milyon kes e ku li gor amaran nêzîkî 880 hezar kes navê wan li Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî hatine tomarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin