Wezîrê Parastinê yê Yûnanîstanê serdana Tirkiyeyê dike
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Yûnanîstanê Panagiotopoulos diçe Tirkiyeyê. Panagiotopoulos wê bi Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar re roja Sêşemê biçe Hataya ku ji ber erdhejên navenda Mereşê bandor li wan kir.
Li ser vexwendina Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar wê Panagiotopoulos were Tirkiyeyê. Akar û Panagiotopoulos wê biçin Hataya ku erdhej lê rû da.
Panagiotopoulos li ser vexwendina Akar wê 4ê Nîsanê roja Sêşemê were Hatayê û serdana Hatayê bike.
Akar û Panagiotopoulos wê paşê bi awayekî taybet bên ba hev.
Herwiha Akar û Panagiotopoulos di pêwendiya telefonî ya 9ê Adarê de li ser pêşxistina rojeva ku li ser bingeha têkiliyên cîrantiya baş a di navbera her du welatan de li hev kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin