Wezîrê Tenduristiyê daxwaza sîfayê ji bo nexwesên talasîmayê kir

08 May 2021 16:29 0 dîtin
Wezîrê Tenduristiyê daxwaza sîfayê ji bo nexwesên talasîmayê kir

PeyamaKurd –  Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê bi helkefta roja cîhanî ya talasîmayê peyamek belav kir û diyar kir, ew ê hewlên cidî bidin bo nehiştina nexweşiya talasîma li Kurdistanê.

Îro 8 Gulanê, roja cîhanî ya talasîmayê ye. Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî, bi peyamekê daxwaza şîfayê ji bo nexweşên talasîmayê kir.

Dr. Saman Berzencî da zanîn, em ê berdewam bin li ser dabînkirina derman û pêdiviyên nexweşên talasîmayê li Kurdistanê û hewlên cidî bidin bo nehîştina vê nexweşiyê.

Wezîrê Tenduristiyê herwiha destnîşan kir, yek ji rêyên pêşîgirtina nexweşiya talasîmayê, tundkirina pişkinînên zewacê ye, ji ber ku talasîma nexweşiyeka jenetîkî ye û bi rêya zewacê derbasî zarokan dibe.

Li gorî amarên fermî, li Herêma Kurdistanê herî kêm 4 hezar nexweşên talasîmayê hene.