Wezîrên Azerî û Ermenî rû bi rû hevdîtin kirin
PeyamaKurd – Cara yekeme ku wezîrê karên derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan û wezîrê karên derve yê Azerbeycanê Ceyhun Bayramov bi hev re rû bi rû hevdîtinekî li bajarê Tîflîsê ya Gurcistanê dikin. Her dû wezîr tenê bi hevre hevdîtin kirin û hevdîtin ji bo çapemeniyê girtîbû.
Ragihandina civînê ji aliyê wezareta karên derve ya Gurcistanê de hat kirin. Di navbera her dû wezîran de kesekî navbeynkar tinebû. Her dû wezîr ji bilî hevdîtina duqolî bi serokwezîrê Gurcistanê bi Garibaşvili re ji hev cuda hevdîtin kirin.
Paşî her dû wezîr bi serokwezîrê Gurcistanê re hevdîtina sêqolî kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin