Wezîrên Berevaniya Iraq û Tirkiyê civiyan: Mijara ewlehiyê hat gotûbêjkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wezîrên berevaniyê yên Tirkiyê Hulusî Akar û yê Iraqê Cuma Înad li Enqerê civiyan.
Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniya Tirkiyê, tevî hevdîtinên şandên herdu welatan Akar û Înad jî hevdîtinek pêk anîn.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de, mijara têkoşîna dijî terorê û pêşhatên herêmî hatine gotûbêjkirin û herdu aliyan kêfxweşiya xwe bo mekanîzmeya têkoşîna dijî terorê anîne ziman.
Herwiha wezareta tirk daye xuyakirin ku Tirkiye bi biryar e ji bo parastina ewlehiya sînoran û têkoşîna dijî terorê berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin