Wezîrên Derve yên 5 welatan li Qahîreyê li dijî Tirkiyê dicivin

06 January 2020 14:59 0 dîtin
Wezîrên Derve yên 5 welatan li Qahîreyê li dijî Tirkiyê dicivin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yên Misir, Qibris, Yunanistan, Îtalya, Fransayê li dijî gavên Tirkiyên yên li Lîbyayê wê bicivin.

Biryar e roja çarçemê (08.01.2020) li paytexta Misirê li Qahîreyê wezîrên derve yên welatên Misir, Qibris, Yûnanîstan, Îtalya û Fransayê bicivin.

Piştî daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê şandina leşkeran bo Lîbyayê wezîrên derve yên van welatan biryar dan derbarên babetên li jêr li hev bicivin û gotûbêjan bikin.

Di civîna 5 wezîrên derve yên van welatan da dihête çaverêkirin ev babet bêne gotûbêjkirin: Rewşa Rojhilata Navîn, rewşa Lîbyayê, çareseriya pirsa Lîbyayê û rûdanên rewşa Lîbyayê aloz dikin.

Tirkiyê bi armanca piştgiriya hikûmeta Trablusê ku Fayiz Serrac serokatiya wê dike roja (02.01.2020) da biryara şandina leşkeran bo Lîbyayê wergirt.

Hikûmeta Trablûsê Fayiz Serrac beriya bi demekê serdana Tirkiyê kiribû û ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan civiyabû. Li aliyê din welatên weke Erebîstana Siûdî, Îmarat, Mîsir û Bahreyn jî piştevaniya Xelîfe Hafter dikin.