Wezîrên Karên Derve yên G7ê, li Almanyayê civiyan
PeyamaKurd-Wezîrên Karên Derve yên G7ê, li Almanyayê civiyan. Di civînê de dê rewşa piştgiriya çekan a ji bo Ukraynayê, rewşa dorpêçên li ser Rûsyayê û mijarên buhayên li ser enerjî û xurekan werin nirxandin.
Wezîrên Karên Derve yên G7ê, yên Amerîka, Îngîltere, Almanya, Fransa, Îtalya, Japonya û Kanadayê, li Almanyayê dest bi lutkeya G7ê kir. Civîna ku îro dest pê kir, dê sibê bi dawî bibe. Civîn bi mazûvaniya Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock tê rêvebirin. Hat zanîn ku dê di civînê de mijara piştgiriya Ukraynayê û rewşên aborî û siyasî werin nirxandin.
Hat ragihandin ku dê rêberên G7ê di meha Hezîranê de bicivin û dê Wezîrên Karên Derve yên NATOyê jî vê dawiya hefteyê bicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin