WHO: Afrîqa ji ber cureyên cihê yên vîrusa Korona bi pêla sêyem re rûbirû maye
PeyamaKurd – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir, Afrîqa ji ber cureyên cihê yên vîrusa Korona bi pêla sêyem re rûbirû maye.
Dîrektorê Afrîqa yê WHO Matshidiso Moeti da zanîn, hejmara pêketinên nû di 6 hefteyan de 25 ji sedê zêde bûye û heta 27ê Hezîranê gihîştiye 202 hezarî.
Moeti destnîşan kir, mirinên ji vîrusa Korona jî di hemana de li 38 welatên Afrîqa gihîştiye 3 hezarî û rêjeya zêdebûnê 15 ji sedî ye.
Moeti eşkere kir: ‘‘Cureyên nû yên zûtir belav dibin, gefa dijî Afrîqa radike asteke din.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin