WHO: Di pevçûnên li Sûdanê de nêzî 300 kes mirin

20 April 2023 12:06 0 dîtin
WHO: Di pevçûnên li Sûdanê de nêzî 300 kes mirin

PeyamaKurd – Rêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand, hejmara kesên ku ji ber pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) yên li Sûdanê dewam dikin de jiyana xwe ji dest dane nêzî 300 kesî dibe.

Ghebreyesus li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê pevçûnên li Sûdanê de diyar kir, rewşa li welêt her ku diçe metirsîdartir dibe û got, "Heta niha (di pevçûnên li Sûdanê) de nêzî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 3 hezar kes jî birîndar bûne. Ez hemû qurbaniyan şermezar dikim. Bi taybetî êrîşên li ser sivîlan û xizmetên tenduristiyê."

Ghebreyesus herwiha eşkere kir, nûçeyên hêzên ku saziyên tenduristiyê yên li Sûdanê dagir dikin, metirsîdar in û got, "Êrîşên li ser xizmetên tenduristiyê binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî û mafê tenduristiyê ye. Divê ev rawestin."

Ghebreyesûs destnîşan kir, pirsgirêkên di gihandina bi ewle ya ceyran, xwarin, av û personelê de û kêmbûna malzemeyên tibbî tên jiyîn û diyar kir ku ev rewş dihêle ku saziyên tenduristiyê dema ku bi hezaran birîndar hewcedarê lênerîna lezgîn in hema hema ne mumkun e ku kar bikin.

Ghebreyesus banga xwe ya ji bo "rawestandina însanî ya pevçûnan" ji aliyên Sûdanê re dubare kir û anî ziman ku tekane çareserî aştî ye.