WHO: Heta nîvê sala 2021ê em ne li benda derziya korona ne
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ragihand ku heta nîvê sala bê ew ne li benda derziya koronayê ne ku bi awayekî giştî were bikaranîn.
Li gorî nûçeya Reutersê Berdevkê WHOyê Margaret Harris li civîna Cenevê ragihand ku heta niha xebatên 6 derziyên koronayê gihîştiya faza sêyem a ceribandinê û ew hêvî nakin hemû pişkinîn bidawî werin û bi awayekî giştî derzî were bikaranîn.
Harris herwiha got, "Pêwîste ceribandinên faza sêyem a xebatên derziyên koronayê demeke hê dirêjtir bajo daku bibînin çiqasî diparêze.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin