Ji bo kirêyên fahîs yasa tê derxistin: Ji 2 salan heta 5 salan cezayê girtîgehê

27 February 2023 21:41 0 dîtin
Ji bo kirêyên fahîs yasa tê derxistin: Ji 2 salan heta 5 salan cezayê girtîgehê

PeyamaKurd - Wezareta Dadê ya Tirkiyê ragihand ku amadekarî ji bo yasayeke derbarê zêdekirina kirêyên xaniyan bi awayekî fahîş tê amadekirin ku wê di navbera 2 sal heta 5 sal cezayê girtîgehê bê dayîn.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag got ku ji bo rûbirûbûna bihabûnan di serdemên erdhej û nexweşiyên bahorê de, li ser yasayeke nû ya cezayan xebatên teknîkî hatine destpêkirin.

Li gorî nûçeyên medya Tirk, kesên di rewşên erdhej û nexweşiyên bahorê de nirxê kirê û pêdiviyên sereke yên jiyanê û kelûpelan zêde dikin, wê madeya bi 2 sal heta 5 sal cezayê girtîgehê li Yasaya Cezayê ya Tirkiyê bê zêdekirin.

Di madeya nû de wê ji bo kesên ku di rewşên wiha de nirxê pêdiviyên sereke û kirêyan zêde dikin ji 2 salan heta 5 salan cezayê girtîgehê û pere bê dayîn.

Hêjayî gotinê ye, piştî erdhejên 6ê Sibatê ku heta niha mirina nêzî 45 hezar kesan hatiye tomarkirin û bi milyonan welatî jî bê mal û xanî mane, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bihayê kirêyên xaniyan jî zêde bûne ku malbatên mexdûrên erdhejê nikarin xaniyan kirê bikin.