Serokomarê Iraqê yasaya ji bo 3 salan a budçeya gistî ya Iraqê îmze kir
PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, yasaya bûdceya giştî salên 2023, 2024 û 2025ê ku ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatibû pejirandin, îro 21ê Hezîranê îmze kir.
Serokomariya Iraqê ragihand ku Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd Letîf Reşîd diyar kiriye, pesendkirina budçeyê, xaleke girîng e ji bo bicihkirina bernameya hikûmetê û tê de pêdiviyên pêwîst ên welatiyan, xizmetguzariyên sereke yên wek tenduristî û perwerde, nûjenkirina jêrxanê û destpêkirina projeyên girîng û stratejî werin bicihkirin.
Budçeya Iraqê ya sala 2023, 2024 û 2025ê ji 78 madeyan pêk tê û ji bo budçeya giştî ya sala 2023yan jî 198 trîlyon û 910 milyar û 343 milyon û 590 hezar dînar hatiye pêşbînîkirin.
Di budçeyê de dahata giştî ya 2023, 134 trîlyon û 552 milyar û 919 milyon û 63 hezar dînar hatiye pêşbînîkirin û kêmbûna bûdçeyê jî 64 trîlyon û 357 milyar û 424 milyon û 527 hezar dînar e.
Li gorî yasayê, dahata herî mezin a budçeya Iraqê, ji hinartina petrolê pêk tê ku divê rojane 3.5 milyon bermîl petrol hinarde bike ku 400 hezar bermîlên Herêma Kurdistanê jî di nav de ye. Nirxê her bermîlek petrol jî bi 70 dolarî tê texmînkirin. Herwiha nirxê dolarê Amerîkî li hember dînarê Iraqê jî 130 hezar dînar hatiye danîn.
Hikûmeta Iraqê ji bo dagirtina kêmasiya bûdçeyê, pişta xwe bi deyn û alîkariyên navdewletî girê dide û heger nirxê petrolê bilindtir bê firotin jî dê ji bo dagirtina kêmasiyê were terxankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin