Serokomarê Iraqê yasaya budçeyê îmze kir
PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Berhem Salih yasaya budçeya 2021ê ku hefteya borî li parlamentoyê hatibû pesendkirin îmze kir.
Berhem Salih piştî îmzekirina yasaya budçeyê bal kişand ser pêwîstiya berdewamkirina reformên darayî û aborî û pêşxistina sektorên geşepêdanê.
Salih got, "Pesendkirina budçeyê tê wateya dadweriya civakî bo hemû herêmên Iraqê, dabînkirina mûçeyên karmend û xanenişînan û pêdiviyên welatiyan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin