WHO hisyariya belavbûna nexwesiya Kolerayê li Rojava û Sûriyê da
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) di derbarê belavbûna nexweşiya Kolerayê li 10 parêzgehên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, nexweşiya hişyariya giraniya rewşê da û ragihand, 33 kesan bi wê nexweşiyê can dane.
Li gor Serokê Tîmê Kolera û Nexweşiyên Zikçûnê ya WHO Philippe Barbosa diyar kir, nexweşiya Kolera li 10 parêzgehên Sûriyê belav bûye û li seranserê welat jî belav dibe, rewşa Kolerayê metirsîdar e ku zêdetirî 426 halet hatine piştrastkirin û 33 kesan jî can dane.
Herwiha Barbosa di daxuyaniya xwe de destnîşan kir: “Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê da zanîn, ji roja 28ê Îlonê ve li 10 parêzgehan nexweşiya Kolerayê derketiye û di encamê de 33 kesan can dane û 426 kes jî pêketine. Rewşa parêzgehên tûşbûyî bilez têk diçe û ew nexweş li herêmên din ên nû jî derdikeve.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin