'Wî welatî' motorên mosekên cureyên nû ceribandin
PeyamaKurd – Koreya Bakur ragihand, yekem ceribandina bejayî ya cureya nû ya motorên sotemeniya zexm ên bi tîrêjê bilind ên ku ji bo moşekên balîstîk ên menzîla navîn hatine çêkirin, bi serfirazî pêk hat.
Koreya Bakur ragihand, motorên moşekên cureyên nû bi serkeftî ceribandin.
Koreya Bakur a ku tevî biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û bertekên civaka navneteweyî bernameya xwe ya nukleerî û moşekên balîstîk didomîne, daxuyanî da ku wê rageşiya li herêmê zêde bike.
Rêveberiya Pyongyangê ragihand, yekem ceribandina bejayî ya cureya nû ya motorên sotemeniya zexm ên bi tîrêjê bilind ên ku ji bo moşekên balîstîk ên menzîla navîn hatine çêkirin, bi serkeftî pêk hat.
Hat ragihandin ku di rojên 11 û 14ê Mijdarê de motorên qonaxa yekem û ya duyem cuda cuda hatine ceribandin û di encama ceribandinan de kalîte û pêbaweriya motoran piştrast kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin