'Wî' welatî ceribandina moseka balîstîk kir
PeyamaKurd – Japonya û Koreya Başûr ragihandin, Koreya Bakur ceribandina moşekeke balîstîk kiriye.
Wezareta Parastinê ya Japonyayê diyar kir, Koreya Bakur moşekek balîstîk a navîn an dûravêj ber bi Deryaya Japonyayê (Deryaya Rojhilat) avêtiye.
Pergalên hişyariya zû bang li mirovên li herêmê kirin ku birevin hundurê avahiyan an stargehên binerdê û li kolanan sîren hatin lêdan.
Hat destnîşankirin, piştî hişyariyê li gor saeta herêmî saet 07:50î de bi awayekî bêhemdî banga tehliyeyê hat kirin.
Wezaretê ragihand, bi rêya Balyozxaneya Japonya ya li Pekînê ji Koreya Bakur re nota protestoyê hatiye şandin.
Sekreterê Kabîneyê Matsuno Hirokazu got, hişyarî û banga valakirinê, her çend bi nezanî be jî, guncav bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin