Ceribandina moseka balîstîk ji Îranê!
PeyamaKurd – Muhafizên Şoreşê yên Komara Îslamî ya Îranê ragihandin ku hêzên deryayî yên Îranê moşekên balistîk ên dûravêj ji gemiyên cengê ceribandine.
Muhafizên Şoreşa Îranê vê carê bi keştiyan moşekeke balîstîk bi menzîla 1700 km ceribandin.
Muhafizên Şoreşa Komara Îslamî ya Îranê ragihandin ku ceribandinên moşekên dûravêj ên balistîk ên ku ji gemiyên cengê yên hêzên deryayî yên Îranê hatine kirin, bi serkeftî bi dawî hatin.
Di nûçeya ajansa fermî ya Îranê de hat îdiakirin ku hêzên deryayî piştî ceribandina moşekî ya Muhafizên Şoreşê gihîştiye hêz û şiyana ku tê xwestin.
Hat diyarkirin ku Îranê di ceribandina moşeka balîstîk de avahiyeke dişibe avahiya Hêza Hewayî ya Îsraîlê ji keştiyên xwe yên deryayî hedef girt.
Li gorî Muhafizên Şoreşê menzîla moşeka ku hatiye ceribandin 1700 kîlometre ye.
Ji aliyê din ve Fermandarê Giştî yê Pasdarên Îranê Orgeneral Hisên Selamî di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
"Di çarçoveya hevkariya di navbera hêzên esmanî yên Muhafizên Şoreşê û hêzên deryayî de, ji keştiyê ceribandina moşeka balîstîk hat kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin