Îranê danasîna yekem moseka xwe ya hîpersonîk-balîstîk kir
PeyamaKurd – Li Îranê bi merasîmeke beşdariya Serokomar Îbrahîm Reîsî, danasîna yekemîn moşeka hîpersonîk a balîstîk hat kirin.
Televîzyona dewletê û ajansa IRNA ya Îranê ragihand ku moşeka bi navê Fettah bi merasîmekê hate nasandin ku di merasîmê de, Serokomar Îbrahîm Reîsî, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran General Huseyîn Salamî û rayedarên leşkerî tê de beşdar bûn.
Îranê îddîa kir ku menzîla vê moşekê 1400 kîlometre ye û beriya bigihîje hedefa xwe leza wê 13-15 katan qasî ‘leza deng’ e.
Rêveberiya Tehranê meha Mijdarê jî ragihandibû ku wan moşeka hipersonîk a balîstîkî hilberandiye ku niha e cûre moşek tenê di destê Amerîka, Çîn û Rûsyayê de hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin