Îranê danasîna moseka seyrê ya balîstîkî kir
PeyamaKurd – Îranê danasîna moşeka xwedî menzîla 300 kîlomtreyan a seyrê (Cruise) a bi navê 4B Seyyad kir.
Li gorî ragihandina ajansa fermî ya Îranê IRNAyê bi merasîmeke li navenda Saziya Fezayê ya Îranê û beşdariya fermandarên pilebilind danasîna fuzeya 4B Seyyad ku xwe xwedî menzîla 300 km ye hatiye kirin.
Hatiye diyarkirin ku ew moşek bi sotemeniya tîr dixebite û menzîla wê 300 kîlometre ye.
Îranê beriya 30 salan dest bi bernameya moşekên balîstîk kiriye ku niha xwediyê moşekên menzîla wan ji 300 km heta 3 hezar kîlometran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin