Hûsiyan bi moseka balîstîkî ya Îranê êrîs kir

20 October 2021 21:02 0 dîtin
Hûsiyan bi moseka balîstîkî ya Îranê êrîs kir

PeyamaKurd - Malpera El-Erebiye El-Hedeth ragihand ku îro Çarşemê Hûsiyên Îran piştevaniya wan dike, bi moşeka balîstîk herêmeke nêzî bargeha Sehin a bakurê Mearibê kirin armanc.

Hat diyarkirin ku di encama wê êrîşê de 15 kes birîndar bûn.

Hevpeymaniya Erebî ya Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike jî ragihand ku sîstema parastinê ya Siûdî moşeka balîstîk ku Hûsiyan ber bi bajarê Cazan avêtine pûç kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Yemenê du roj berê jî ragihandibû ku li aliyê başûrê Mearibê şer dîsa dest pê kiriye.