Xelkê Fransayê derketin kolanan

24 November 2018 21:06 0 dîtin
Xelkê Fransayê derketin kolanan

PeyamaKurd- Li Fransayê hukumet bihayê benzîn û mazotê zêde kir û xelk derket kuçe û kolanan da xwepêşanana bikin û zêdekirina bihayê ardûyan protesto bikin. Di xwepêşandanan de gelek caran xelk û polîs bi tundî hatin hemberê hev. Şer û pevçûn di navbera wan de derket.

Polîsên Fransayê gelek caddeyan girtin da arîşe zêde nebin lê kela xelkê danayne. Ji ber zêdekirina bihayê ardûyan, bi xwe gelek tiştên dinan jî biha dike. Polîs xaza îsotê û ava bi şid bikartîne da xwepêşandêran ji hev belav bike.