Xelkê Fransayê, ji bo pirsgirêkên gistî daket kolanan
PeyamaKurd- Xelkê Fransayê, hem ji bo buhayên ku roj bi roj zêde dibin hem jî ji bo xemsariya li hember guherîna avhewayê, daket kolanan. Hat ragihandin ku Partiya Keskan û çepgiran jî piştgiriya xwepêşandanan kiriye.
Li gorî çapemeniya Fransayê, li paytexta Parîsê ya Fransayê bi hezaran kes daketine kolanan û rewşa avhewayê û buhayiya jiyanê ku her diçe zêde dibe, hatiye protestokirin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku rêberê Fransaya Serî Naçemîne (LFÎ) Jean-Luc Melenchon banga vê xwepêşandanê kiriye û Pariya Keskan û Yekîtiya Xelkê ya Civakî û Ekolojiyê ya Nû (Nupes) jî piştgiriya vê xwepêşandanê kiriye.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku ji bajarên Lille, Marsilya, Rougen û bajarên din jî tevlîbûn çêbûye.
Hat zanîn ku xwepêşandêran bang li Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron kiriye ku mûçeyan zêde bike, di derbarê polîtîkayên guherîna avhewayê de çalaktir be û dest ji weada xwe ya dema beriya hilbijartinê li ser guherîna reforma malnişîniyê kiribû, berde.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin