Xosnaw: PDKê besdarî sandeya Parlamentoyê ya diçe Kerkûkê nabe!

26 August 2019 11:03 0 dîtin
Xosnaw: PDKê besdarî sandeya Parlamentoyê ya diçe Kerkûkê nabe!

PeyamaKurd - Serokê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê ragihand, ew di wê baweriyê de ne ku rewşa Kerkûkê niha ne asayî ye, ji ber wê jî beşdarî wê şandeya Parlamentoya Kurdistanê nabin ku diçe Kerkûkê.

Serokê fraksiyona Mîllet li Parlamentoya Kurdistanê Azad Kureçî ragihandibû biryar e îro Duşemê (26.08.2019) demjimêr 15:00an şandeya Parlamentoya Kurdistanê seredana Kerkûkê bike. Serokê fraksiyona PDKê Umêd Xoşnaw vê mijarê de ragihand: “Destpêşxeriyek hatiye pêşxistin ku serdana Kerkûkê bê kirin, lê ev serdan bo asayî kirina rewşa Kerkûkê nîne û bi fraksiyona Parlamentoya Kurdistanê ve jî rewş asayî nabe.’’

Her wiha Xoşnav got, di asta bilind de navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ya federal de guftûgo bi armanca avakirina lijneyek hevbeş bo asayîkirina rewşa Kerkûkê hatiye avakirin.

Serokê fraksiyona PDKê red kir, ku fraksiyona wan beşdarî li serdanê de dike û got: “Bi piştrastî em beşdarî wê serdanê nabin, ji ber fraksiyona PDKê wisa difikire ku rewşa Kerkûkê ne asayî ye.”

Her wiha diyar kir, çûna şandeyekî waha, mûkir hatin û naskirina wê rastiya naha li ser Kerkûkê hatiye sepandin e, li hember wê yekê em wê rastiyê red dikin.

Umêd Xoşnaw teqez kir, ku ew hewldana parlamentoyê serkeftî nabînin, ji ber ‘’Rewşa niha li ser Kerkûkê hatiye sepandin, ji îradeya fraksiyonên li Parlamentoyê mezintir e. Bi serdanekî çend demjimêran a fraksiyonên parlamentoyê ve asayî nabe.’’