Xosnaw: Ronahîkirina pireke navdar rêzgirtina li têkosîna gelê Kurdistanê ye
PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di serdana xwe ya li bajarê Nashville yê Amerîka ye diyar kir, ronahîkirina pireke navdar li wî bajarî bi ala Kurdistanê, rêzgirtina li têkoşîna gelê Kurdistanê ye.
Parêzgarê Hewlêrê ji K24ê re daye zanîn: “Em vê pêngava rayedarên bajarê Nashville, pêşkêşî giyanê şehîdên ku di rojên derbasbûyî de li Kerkûkê ji bo ala Kurdistanê şehîd bûne, dikin.”
Herwiha Xoşnaw got: “Giringîdana vî welatî û rêzgirtina wan li ezmûna Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku em li bajarekî Kurdistanî û li welatê xwe li ser vê alê şehîd dibin, ev peyamek e ku şiroveyeke kûr bi xwe re tîne.”
Roja 5ê Îlona 2023an parêzgarê Hewlêrê bi şandekê re gihîşt bajarê Nashville yê Amerîkayê.
Li gor daxuyaniya parêzgariya Hewlêrê, armanca serdanê, pêşxistina pêwendiyan û îmzakirina peymana destxwişkiyê di navbera Hewlêr û Nashville de û pêkanîna çendîn hevdîtan ligel berpirsên payebilind ên wî welatî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin