Xurmatû | Welatiyekî Kurd di encama teqînekê de can da
PeyamaKurd – Li bajarê Xurmatû, di encama teqînekê de welatiyekî Kurd can da.
Li gor Cîgirê Serokê Encumena bajarê Xurmatû Elî Husên diyar kiriye, do li taxa Îmam Ehmed ya Xurmatû, bombeyeke mignatîkî bi otomobîla Kurdekî bi navê Mihemed Ebas Reza de teqiya. Di dema teqînê de xwedanê otomobîlê, li kêleka otomobîla xwe bû. Ji ber wê jî bi giranî birîndar bû.
Cîgirê Serokê Encumena Xurmatû destnîşan kiriye, heta ew welatiyê Kurd gihandin nexweşxaneyê, wî can da.
Heta niha nayê zanîn ew teqîn ji aliyê kê ve û çima hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin