Kifrî | Di encama teqînekê de xortekî Kurd hat kustin yek jî birîndar bû
PeyamaKurd – Di encama teqîneke li derdora bajarokê Kifrî yê Herêma Kurdistanê, xortekî Kurd hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gor Qaymeqamê nahiya Newcul yê bajarokê Kifrî Cemal Salih diyar kiriye, do êvarî li nêzîkî gundê Belege li devera Dawûde ya nahiya Newculê, bombek bi du şivanan de teqiya.
Cemal Salih daye zanîn, di wê teqînê de xortekî Kurd bi navê Salih Azad hat kuştin û yê din bi navê Rizgar Yasîn jî birîndar bû.
Qaymeqamê Newculê destnîşan kir, bi qasî ku ew dizanin ew bombe ji aliyê terorîstên koma bi navê “Ala Spî” ve hatiye danîn.
Li gorî agahiyan, koma terorîstî ya Ala Spî, piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017an, ji aliyê Heşda Şeibî ve hat avakirin. Çalakiyên wan li derdora gundên Pelkane yê Xurmatû, heta gundê Qurî Çay yê Kifrî dabûn zanîn. Demek dirêj bû deng ji wan nedihat, lê wisa xuya dike dîsa aktîf bûne.
Herwiha, ew terorîstên han heman paşmayên DAIŞê ne ku ji parêzgehên Mûsil, Enbar û Kerkûk û deverên derbasî wir bûne û li wir bicîh bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin