Di encama teqînekê de 17 Kurdan jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di encama teqîneke li ser rêya Helebê 17 welatiyên Kurd ku ji neçarî ji Efrînê derketibûn canê xwe ji dest dan.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê bi daxuyaniyekê belav kir, ku dema hejmarek ji derbiderên Efrînê yên bi neçarî li kampa Fafînê hatine bicihkirin xwastin bi qaçaxî biçin bajarê Helebê, bombeyeke vedayî bi wan teqiya û 17 welatiyên Efrînê canê xwe ji dest dan.
Navên hin qurbaniyan jî hatin eşkerekirin; Elî Ehmed, Xezalê Ebûd û Nîdal Ebo ji navçeya Mabeta ne. Elî Mihemd Şeibo, Zelûx Hemadê, Elî Elî Mihemed Şeibo, Elya Şeibo û zarokekî 6 salî ji gundê Îska ya navçeya Şêrewa ne.
Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê amaje bi wê yekê jî kir, ta niha wan nekariyê navên din belge bikin, ku hin qurbaniyên din ji gundê Bircqasê hene û 2 kesên din jî ku qaçaxciyê wan kesan bûn canê xwe jidest dane.
Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve zêdetirî 200 hezar Efrînî ji neçarî ji Efrînê derketin û beşek ji wan li kampa Fafîn a li devera Şehbayê hatin bicihkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin