Xwepêsandanên Bangladesê: Hejmara miriyan derket 201an

25 July 2024 16:05 0 dîtin
Xwepêsandanên Bangladesê: Hejmara miriyan derket 201an

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di xwepêşandanên xwendekaran ên li Bangladeşê ku di navbera xwendekarên zanîngehan û hêzên polês de pevçûnên dijwar rû dabûn de hejmara miriyan derketiye 201an.

Li Bangaldeşê, xwendekarên zanîngehan, li dijî biryara ku di sektora raya giştî de ji bo endamên malbatên ku beşdarî şerê serxwebûnê yê Bangaldeşê yê 1971an bûne kontejan vediqetîne, dest bi xwepêşandanên girseyî kirin.

Di encama xwepêşandanan de di navbera xwendekar û hêzên polês ên Bangaldeşê de şer û pevçûnên dijwar rû dan.

Hate ragihandin ku di van şer û pevçûnan de herî kêm 201 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Bangaldeşê de derdiçin, dema ku qedexeya derketina derve ya ku şeva 19ê Tîrmehê ket meriyetê li tevahiya welat li derveyî demjimêrên kar didomiya, li bajaran jî hebûna leşkerên ji bo kontrolkirina bûyerên tundiyê hatine erkdarkirin, didomin.

Hate ragihandin ku piştî van zext û pêkutiyan, xwendekarên zanîngehan li gellek deveran daketine kuçe û kolanan û di navbera wan û hêzên polês de şer û pevçûnên dijwar rû dane.

Medyaya Bangaldeşê da zanîn ku di van şer û pevçûnan de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiye 201an.