Xwepêsandanên Iraqê car din li Bexdayê û çend deverên dest pê kirin
PeyamaKurd – Pîştî ku ji roja Înê ve li devera Nasiriyê ya parêzgeha Zîqar a Iraqê xwepêşandan çêbûn, ji bo piştgiriyê li Bexdayê jî xwepêşandan hatin lidarxistin.
Li gorî zanyariyan li Zîqarê di encama destwerdana hêzên ewlekariyê de bi dehan kes birîndar bûne.
Li Bexdayê jî li meydana Adanê ji nû ve xwepêşandanan dest pê kir û xwepêşanderan piştevaniya xwe ji bo xwepêşanderên Nasiriyê diyar kir.
Herwiha li gorî medya Iraqê li Kerbela, Babil, Vasit û Diwaniyê jî xelk daketiye kolanan û ji bo xizmetguzariyê xwepêşandan li dar xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin