Xwepêsandanên Iraqê didomin: Hêzên Iraqê gule berdan ser xwepêsanderan

02 October 2019 16:57 0 dîtin
Xwepêsandanên Iraqê didomin: Hêzên Iraqê gule berdan ser xwepêsanderan

PeyamaKurd - Piştî ku doh di xwepêşandanên Bexdayê û hin bajarên din ên Iraqê de, 2 kes hatin kuştin û bêhtirî 200 kes jî birîndar bûn, îro jî xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî hikûmeta Iraqê berdewam kirin.

Hat ragihandin ku di xwepêşandanên îro de jî li meydana Tehrîr a Bexdayê hêzên ewlekariyê yên Iraqê gule bi ser xwepêşanderan de reşandine, lê hîn derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nîn in.

Heta niha hejmara qurbanên xwepêşandanên îro diyar nebûye ku xwepêşander daxwaza nehiştina gendeliyê û dabînkirina xizmetê ji hikûmetê dikin.

Doh Duşemê jî bi hezaran hemwelatiyên Iraqê dijî nebûna xizmetê, belavbûna gendeliyê û bêkariya ciwanan li qada Tehrîr a Bexdayê û çend bajarên din xwepêşandar kirin.

Li gor amarên dawiyê ji ber alozî û pevçûna di xwepêşandanan de, 2 kes hat kuştin û 200 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji wan birîndaran 40 kes karmendên hêzên ewlekariya Iraqê ne..