Xwepêsandanên Iraqê didomin: Di mehekê de 250 kes mirin

02 November 2019 17:37 0 dîtin
Xwepêsandanên Iraqê didomin: Di mehekê de 250 kes mirin

PeyamaKurd - Li Iraqê ji 1ê Cotmehê ve xwepêşandanên li dijî hikûmetê berdewam dikin. Li gorî amarên ku ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan a Iraqê hatine belavkirin di nava mehekê de 250 kes hatine kuştin û 11 hezar kes jî birîndar bûne.

Li gelek bajarên Iraqê xwepêşandanên ku di 1ê Cotmehê de li dij hikûmetê hatibûn destpê kirin didome. Bi sedhazaran kes ku ji wan ji sedî 90 ciwan in li dij kiryarên hikûmet, li dij bêkarî û gendeliyê mehekê li qada ne.

'Çalakvan li ser medya civakî têne cem hev'

Di xwepêşandanên ku heta îro de li gorî daneyên Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê 250 kes hatine kuştin û 11 hezar kes jî birîndar bûne. 

Tê gotin xwepêşandanên li Iraqê ne bi aliyê siyasî bi destê welatiyan tê oraganize kirin û wiha berdewam dike, “Kesên tevlî çalakiyan dibin li ser medyaya civakî tên gel hev û meşen girseyî pêk tînin.”

Destwerdana tund a hêzên emnî nikare dawî li xwepêşandanan bîne. Kesên ku di aloziyan de birîndar dibin, piştî çareseriya pîzişkî careke din vedigerin nav xwepêşadanan û grûpên li qada Tehrîrê yek.