NH: Di xwepêsandanên Iraqê de 254 kes mirin

05 November 2019 23:02 0 dîtin
NH: Di xwepêsandanên Iraqê de 254 kes mirin

PeyamaKurd- Mîsyona Neteweyên Hevgirtî ya Iraqê ragihand ku di xwepêşandanên ji 1 ê cotmehê de destpêkirine heya niha 254 kes mirine û bi hezaran kes birîndar bûne. Rapora Neteweyên Hevgirtî ya bi navê “Xwepêşandanên 25 cotmehê-4 qasimê” de, di pêla duyem de, Bexda di nav de, li orta û başûrê Iraqê 97 kes jiyana xwe ji dest dane.

Di raporê de hat ragihandin ku di gelek xwepêşandanan de mafê xwepêşandêran hatine binpêkirin û tenha xaza rondikbarîn bûye sedema kuştina 16 kesan. Di raporê de behsa gotinên berpirsa baregeha NH ya Danielle Bell têkirin ku weha gotiye:

“Ti sedemekî tine ye ku bombeya xazê davêjin ser xwepêşandêrên bê çek.”