Di xwepêsandanên li Iraqê de 74 kes mirin

28 October 2019 15:02 0 dîtin
Di xwepêsandanên li Iraqê de 74 kes mirin

PeyamaKurd - Li Iraqê di 3 rojan de hejmara kesên di xwepêşandanên li dijî hikûmetê da jiyana xwe ji dest dane derket 74 kesan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîseriya Mafên Mirovan a girêdayî Parlamentoya Iraqê da hat gotin di xwepêşandanên li Bexda û bajarên başûrî de, di 3 rojên dawiyê de hejmara qurbaniya derket 74an.

Li Iraqê hin herêman ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetguzariyan xwepêşandan tên lidarxistin.

Çalakvanên ku ji 1ê Cotmehê ve dest bi xwepêşandanan kiribûn, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn, lê roja înê dîsa dest bi xwepêşandanan kirin. Bexda di serî de di çalakiyên ku li bajarên li başûr û naverasta welêt belav bûne de ji serê Cotmehê vir va nêzîkî 200 kes hatin kuştin û bi qasî 8 hezar kes jî birîndar bûn.