'Xwiskên Çekan' jî besdarî 4. Festîvala Fîlman a Silêmaniyê dibe

29 August 2019 19:15 0 dîtin
'Xwiskên Çekan' jî besdarî 4. Festîvala Fîlman a Silêmaniyê dibe

PeyamaKurd - Çaremîn Festîvala Fîlman a Silêmaniyê, îsal heftiya yekem a meha Cotmehê tê lidarxistin û amadekariyên wê dest pê kirine.

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê îsal 4.Festîvala Fîlman a Navnetewî tê sazkirin û di çarçova festîvalê de ji 57 welatan 120 fîlm tên nimayîşkirin.

Festîval bi fîlmê derhêner Caroline Fourest ê bi navê, ‘Soeurs d'Armes (Xwişkên Çekan)’ vedibe ku ev fîlm çîrok û şerê şervanên jin ên Kurd ê li dijî DAIŞê vedibêje û di qada navdewletî de deng vedaye.

Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmanî, her sal beşên nû li xwe zêde dike û ji gelek deverên cîhanê sînemager tê de beşdar dibin.

Di çarçova festîvalê de zêdetirî 150 fîlm ku di nav de belgefîlm û fîlmên metraja kurt û dirêj ên netewî û navdewletî hene, dê ji bo bidestxistina 8 xelatên di warên cuda de bikevin pêşbirkê.

Xelata mezin a Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmanî jî Pêşbirka Fîlmên Metraja Kurt a Guzika Zêr e ku nirxê wê 25 hezar dolarê amerîkî ye.

Jibilî nimayîşkirina fîlman, di festîvalê de derbarê pêkanîna derfetên çêkirin û belavkirina fîlmên Kurdî di standartên cîhanê de, dê panel û atolye bên sazkirin.

Di wan panelên ku xebatkarên endûstiriya sînemaya navdewletî dê tê weke axaftvan beşdar bin, sînemager dê derbarê fonên hevbeş, pêkanîna marketên çêkirina hevbeş û atolyeyên pêşvebirinê, torekê bi pêş bixin.

Serpereştiya koleksiyana fîlmên ji Tirkiyê di festîvalê de Îlknur Bîlîr dike. Bîlîr ragihand ku koleksiyana îsal ya ji Tirkiyê, dê roleke girîng bilizî di navbera derhênerên Kurd ên li Tirkiyê û derhenên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê.

Îlnur Bîlîr dibêje huner xwedî roleke wisa ye ku her tim sînoran ji nav dibe û bêwate dike û diyar dike, “Bêguman em dikarin vê yekê ji bo sînemayê jî bibêjin. Koleksiyana îsal ji bo avakirina derfetekê bo li hev kombûna çandên cuda yên sînemayê û boçûnên cuda, girîng e. Hêvîdar im ji bo salên bê, ev bo sînemaya Kurdî dê zemîneke hevkariyên berhemdar pêk bîne.”

Derhênerê fîlmê anîmasyon ê MOANA Rhys Graham, aktrîsa ji Zelandaya Nû Rachel House, aktorê Kurd Navîd Mohammadzadeh ku di Festîvala Fîlman a Venedîkê ya sala 2017an xelata Baştirîn Lîstîkvanê Zilam, wergirtibû û derhênerê Îranî yê navdar Majîd Majîdî, jî di nav beşdarên festîvalê yên sala par bûn.

Festîval îsal di bin dirûşma, ‘Werin Em bi Hev Re Jîngehê Biparêzin’ birêve diçe û mebest ji vê jî nirxandin û gotûbêjkirina polîtîkayên jîngeh û ekolojiyê bi rê ya sînemayê ye.

Bernameya festîvalê ku dê di navbera 1-7ê Cotmehê de bê sazkirin, dê di rojên pêş de bê aşkerekirin.

Festîvala Fîlman a Silêmaniyê dê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê birêve biçe.

Ji bo agahiyên zêdetir serdana malpera 4. Festîvala Navdewletî ya Silêmaniyê bikin...