YE, ji bo Ukraynayê pêsniyaza 18 milyar euroyan dike
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku ji bo sala 2023yan dê rêjeyeke zêde ya alîkariya ji bo Ukraynayê were pêşniyazkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) de hat ragihandin ku Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, bi rêya telefonê ligel Serokê Dewleta Ukraynayê volodimir Zelenskiy axiviye.
Hat diyarkirin ku Leyen di vê axaftinê de ragihandiye ku ew ê pêşniyaz bikin da ku di sala 2023yan de mehane alîkariya 1,5 milyar euro, bi giştî daxwaza nêzîkî 18 milyar euroyan bê kirin û hat diyarkirin ku ev pêşniyaz dê vê hefteyê bê kirin.
Li gorî hat ragihandin, di axaftina hatiye kirin de tekezî li ser girîngiya karên bingehîn ên dewletê hatiye kirin ku bi van reformên tên kirin û çûyîna rêya endamtiya Yekîtiya Ewropayê, dê bikêrhatî be.
Hat zanîn ku Von der Leyen diyar kiriye ku divê piştgiriya pakêta malî ya YEyê, bi bexşên mezin ên alîkariyê were kirin û ew ê Yekîtiya Ewropayê jî di mehên zivistanê de alîkariya lezgîn a mirovî ji bo Ukraynayê berdewam bike.
Her wiha hat diyarkirin ku mijara bihêzkririna dorpêçên li ser Rusyayê û bersiva piştgiriya Îranê ya ji bo Rusyayê jî ji mijarên ku hatine nirxandin bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin