Yekem hevdîtina asta bilind a navbera Ûkrayna-Rûsya li Tirkiyê tê kirin

07 March 2022 17:29 0 dîtin
Yekem hevdîtina asta bilind a navbera Ûkrayna-Rûsya li Tirkiyê tê kirin

PeyamaKurd – Piştî êrîşa Rûsya ya ser Ûkraynayê yekem danûstandina asta bilind a navbera hikûmeta Ûkrayna û Rûsyayê li Tirkiyê pêk tê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku ew roja 10ê Adarê roja Pêncşema bê di Forûma Dîplomasiyê ya Antalya, ligel hemkarê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba bicivin.

Li aliyê din Kuleba jî ev hevdîtin piştrast kiriye û gotiye, heger bizanina ku wê sûda wê ji proseya muzakereyan re hebe, helbet em hevdîtinê red nakin.

Piştî daxuyaniya Çavuşoglu Wezareta Derve ya Rûsyayê jî eşkere kir ku roja Pêncşemê di Forûma Antalya de hevdîtina wezîrên derve yên Rûsya û Ûkraynayê tê plankirin.