Yekem îfadeya êrîskarê avahiya HDPê: Ji PKKê nefret dikim, loma min êrîs kir!

17 June 2021 16:34 0 dîtin
Yekem îfadeya êrîskarê avahiya HDPê: Ji PKKê nefret dikim, loma min êrîs kir!

PeyamaKurd – Êrîşkarê avahiya HDPê ya Îzmîrê Onur Gencer ku tê gotin, du kesên din jî dema êrîşê ligel wî hebûn, di yekem îfadeya xwe ya polîsan de gotiye, ji ber ku ji PKKê nefret dike ketiye nav avahiyê û bi awayekî rasthatî gule berdane.

Li gorî yekem îfadeya êrîşkar ku di medya tirk de belav bûye, êrîşkar gotiye, “Bi ti kesî re pêwendiya min nîne. Ji ber ku ji PKKê nefret dikim ketim nava avahiyê û bi awayekî rasthatî min gule berdan.”

Parêzgariya Îzmîrê piştî êrîşa ku îro li demjimêr 11:05an rû daye dabû xuyakirin ku êrîşkarê bi nav ê O.G yê 27 salî karmendekî tenduristiyê yê îstifaya xwe dabû ye û di qata duyem a avahiya HDPê de keseke bi navê D.P bi guleya demançeyê kuştiye.

Lê belê piştî êrîşê li ser medya civakî gelek wêneyên ku êrîşkar Onur Gencer ji şerê Sûriyê bi çek belav kirine derketin holê ku bi îşaretên nijadperestiya tirk wêne girtibûn.

Wêneyên êrîşkarê avahiya HDPê yên Sûriyê derketin holê