Yekîneyên Amerîkayê car din vegeriyan baregehên xwe
PeyamaKurd- Leşkerên Amerîka piştî ji Rojavayê vekişiyabûn, ew deverên ku terkkiribûn, car din vedigerin wan deveran. Di çarçoveya vegerê de, niha Amerîka li Kobaniyê û rojavayê Reqqayê baregehan ji nûh de ava dike.
Sewqiyata Amerîkayê ku di nava sewqiyatê de alavên zirxî yên ku mirovan hildigrin, alavên mayîna paqij dikin û pîkab hene, di bajarê Hasekê de derbas bûn û li rojavayê Reqqayê li baregeha Cezrê bicîh bû. Di karwanê Amerîkayê de 25-30 leşker hene. Ajansa Tirkiyê jî heman nûçeyê piştrast kir û got ku leşkerên Amerîkayê li başûrê Kobaniyê, li devera Sirrînê li dora sîloyan, li baregeha xwe ya berê bicîh bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin