Yekîtiya Ewropayê biryara Pûtîn red û sermezar kir...
PeyamaKurd – Piştî ku îro 30yê Îlona 2022yan Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, biryara tevlîkirina nav axa Rûsyayê ya 4 herêmên Ukraynayê îmze kir, ji Yekîtiya Ewropayê bertekek tund hat nîşan dan û hat ragihandin ku ew pênaseyê li wan herêman nakin.
Konseya Yekîtiya Ewropayê ku ji serokên 28 endamên YEyê pêk tê, bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand ku ew biryara tevlîkirina Rûsyayê ya herêmên Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporijya bi tundî red û şermezar dikin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Rûsyayê gaveke metirsîdar bi binpêkirina yasayên navdewletî û binpêkirina hiqûqa şertê Neteweyên Yekbûyî avêtiye û bang li hemû welatên cîhanê hat kirin ku vê biryara Rûsyayê ya parçekirina Ukraynayê bi tundî red bikin.
Herwiha hat diyarkirin ku wê alîkarî û piştevaniya bo Ukraynayê li dijî êrîşkariya Rûsyayê berdewam bike û ew dê tedbîrên li hember çalakiyên neyasayî yên Rûsyayê zêdetir bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin