Yekîtiya Saredariyan bi awayekî awarte dê bicive: Rojev qeyûm in!

04 November 2024 15:00 0 dîtin
Yekîtiya Saredariyan bi awayekî awarte dê bicive: Rojev qeyûm in!

PeyamaKurd – Meclisa Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) sibe bi awayekî awarte dê li Enqereyê bicive.

Rojeva civînê dê tayînkirina qeyûman  a li şûna Şaredariya Bajarê Mezin .a Mêrdînê, ya Batmanê û ya Xelfetiya navçeya Rihayê be.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Serokê TBByê Ekrem Îmamoglu ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku îşev dê ji Qahîreya paytexta Misirê vegere û sibe Encûmena TBByê bi awayekî awarte dê li Enqereyê bicive.

Ekrem Îmamoglu ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got:

“Di demokrasiyê de berdewamiya vîna dengderan esas e. 

Dema ku yekî hilbijartî ji peywira xwe tê dûrxistin dîsa yekî hilbijartî yanî endamekî meclisê tê şûna wî.

Rayeya hilbijartinê tenê aidî dengderan e û nayê dewrkirin.

Ez ji bo civîna Habîtatê ya Neteweyên Yekbûyî li Qahîreyê me û ez dê îşev vegerim. Em dê sibe Encûmena TBByê bi awayekî awarte bicivînin.”