YEyê berî hevdîtina bi Erdogan re banga penaberan li Tirkiyê kir
PeyamaKurd - Seroka Komîseriya Ewropayê Ursula Von Der Line di civîneke çapemeniyê de bang li Tirkiyê kir ku penaberan ji sînorê Yunanistanê dûr bixe.
Ursula Von Der Line got: "Ji bo em bigihîjin çareseriyekê ji bo vê lihevkirinê pêwîst e zextên li ser sînor sivik bibin."
Von Der Line destnîşan kir, "Hewcedariya bi lez ji bo garantiya mafên penabertiyê û piştgiriya Tirkiyê - Yunanistanê, veguhestina kesan, bi taybet astengdar ên li giravên Yunanistanê asê mane ji bo Ewropayê heye."
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî îro çû Brûkselê da ku danûstandinan bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê re pêk bîne û bi Serokê Parlamantoya Ewropa Charles Michel û Seroka Komîsyona Ewropa Ursula Von Der Line li ser li ser peymana sala 2016an a penaberan bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin