YEyê pistî Ukraynayê ji bo du welatên din proseya endamtiyê da destpêkirin

11 April 2022 21:07 0 dîtin
YEyê pistî Ukraynayê ji bo du welatên din proseya endamtiyê da destpêkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku beriya civîna îro ya wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê ku li Luksemburgê tê lidarxistin, forma endamtiya YEyê pêşkeşî welatên Moldova û Gurcistanê jî hatiye pêşkeşkirin û proseya endamtiyê hatiye destpêkirin.

Berpirsê berfirehbûnê li Komîsyona YEyê Oliver Varhelyi, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew îro Duşemê li Luksemburgê ligel Wezîrê Derve yê Moldovayê Nicu Popescu û Wezîrê Derve yê Gurcistanê Ilia Darchiashvili civiyaye û forma serlêdana endamtiya Yekîtiya Ewropayê gihandiye destê wan.

Varhelyi da xuyakirin, "Ev gava yekemîn e. Em amade ne bilezînin. Lewra jî hûn çiqas zû formê tije bikin, em ê ewqas zû nêrînê pêşkeşî Konseya YEyê bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Seroka Komîsyona YEyê Ursula Von der Leyen, di serdana xwe ya 8ê Nîsanê ya paytexta Ukrayna Kîevê de, forma serlêdanê pêşkeşî Serokomarê Ukraynayê Volodomir Zelenskiy jî kiribû.